Li Hesekê mayînek teqiya 2 zarokan canên xwe jidest dan

Li gundê Sebih Skor ya ser bi Parêzgeha Hesekê mayînek teqiya, di encamê de 2 zarokan canên xwe jidest dan.

K24 – Hesekê

Li gundê Sebih Skor ya ser bi Parêzgeha Hesekê mayînek teqiya, di encamê de 2 zarokan canên xwe jidest dan.

Peyamnêrê K24ê li Hesekê îşev ragehand, ku li gundê Sebih Skor ya dikeve rojhilatê Hesekê bi 7 K.M mayîne bi 2 zarokan de teqiya, di encamê de her du zarok canên xwe jidest dan û hejmarek ji xelkê wî gundî birîndar bûn.

Peyamnêrê K24ê diyar kir, ku ew mayîn ji paşmayên DAIŞê ye, ku berya ji wan deveran bêna dûrxistin, gelek mayîn li şûna xwe çandibûn.

Di dema borî de Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) dest bi baqijkirina navçeya rojhilat û başûrê Hesekê ji DAIŞê kiribûn, ku 1600 K.m ji destê DAIŞê rizgar kirin