Amerîka navendeke leşkerî li Dêrikê vedike

Bajarokê Dêrikê dikeve navbera sînorên Sûriye, Iraq û Tirkiyê û ser bi parêzgeha Hesekê ye, 190 kîlometre dûrî Hesekê 90 kîlometre jî dûrî bajarê Qamişlo ye.

K24-Navenda Nûçeyan

Pisporên leşkerî yên Amerîkayê, bo piştgiriya Hêza Sûriyê ya Demokratîk, li ser plana vekirina navendeke leşkerî li bajarokê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê lêkolînan dikin.

Derbarê mijarê de,  berî niha Serokê Amerîkayê Barack Obama bi armanca piştgiriya hevpeymanên xwe yên Kurd û Ereb, di şerê dijî DAIŞê de, hebûna heft pisporên leşkerî li Rojavayê Kurdistanê piştrast kiribû, ji wan 7 pisporan 4 li bajarê Kobanê û 3 jî li bajarokê Rimêlan dimînin.

Ji aliyê xwe ve berpirsekî Ewropî ji rojnameya El-Heyat çapa Brîtanî re eşkere kir ku Amerîka plana veguhestina firokexaneya bajarokê Dêrikê ya çandiniyê bo navendeke leşkerî lêkolîn dike, daku ew pispor hêzên hevpeymanên wê di şerê dijî DAIŞê de perwerde bikin.

Hêza Sûriyê ya Dekoratîk ji Kurd, Ereb û Xirîstyanan pêk tê, lê hêza herî sereke tê de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) e.

Bajarokê Dêrikê dikeve navbera sînorên Sûriye, Iraq û Tirkiyê û ser bi parêzgeha Hesekê ye, 190 kîlometre dûrî Hesekê 90 kîlometre jî dûrî bajarê Qamişlo ye.