PYD: Kampaniyeya ENKSê bê sûd e

Şêwirmendê Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) derbarê kampaniyeya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ragihand ku, ew pêngav bê sûd e.

K24 – Qamişlo 

Şêwirmendê Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) derbarê kampaniyeya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ragihand ku, ew pêngav bê sûd e.

Şêwirmendê Hevserokê PYDê Sîhanok Dîbo derbarê kampaniyeya ENKSê ya komkirina îmzeyan li Rojavayê Kurdistanê de, bi “Bê sûd” binav kir.

ENKSê bi armanca ku pirsa Kurd bêxe ser mêza guftûgoyan li civînên navdewletî û bi taybetî di kongreya Cenêv 3 ya biryar e di 25 vê mehê de birêve biçe, kampaniyeyek komkirina îmzeyan da destpêkirin.

Herwiha Dîbo daxwaz ji ENKSê kir ku, tevlî Rêveberiya Xweser bibe. Li gor gotina wî jî, hewldanek navdewletî heye, ku Rêveberiya Xweser beşdarî Kongreya Cinêv3 bibe.