Balyozê Brîtanyayê bi ENKSê re civiya

Nûneretiya Encûmena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) li Herêma Kurdistanê bi berpirsê Dosyeya Sûriyê di balyozxaneya Brîtanî li Tirkiyê, Kolên Smis re civiya.

K24 – Hewlêr 

Nûneretiya Encûmena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) li Herêma Kurdistanê bi berpirsê Dosyeya Sûriyê di balyozxaneya Brîtanî li Tirkiyê, Kolên Smis re civiya.

Li gor Endamên ENKSê tînin ziman, perpirsê Dosyeya Sûriyê ku li baylozxaneya Brîtanyayê li Stenbolê dimîne, ji bo seredaneke taybet hatibû Herêma Kurdistanê û ENKSê ji aliyê xwe ve vexwendibû.

Berpirsê Nûnertiya ENKSê li Herêma kurdistanê Behcet Beşîr ji K24ê re derbarê vê civînê de ragihand, ku di wê civînê de giringî bi civîna Cenêv3 hat dayîn.

Beşîr got jî “Balyozê Brîtanî piştgîriya xwe bo me derbirî û got ku ewê daxwazên me bi berpirsên payabilind ên Brîtanyayê gehîne.”

ENKSê bi armanca ku pirsa Kurd bêxe ser mêza guftûgoyan li civînên navdewletî û bi taybetî di kongreya Cenêv 3 ya biryar e di 25 vê mehê de birêve biçe, kampaniyeyek komkirina îmzeyan da destpêkirin.