ENKS dê karibe milyonek îmze kom bike

Derbarê kampîna danheva milyon îmzeyê ya ku Encûmena Niştmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) pê rabûye, da ku doza Kurdên Sûriyê li ser maseya Cinêv3 were gotûbêjkirin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Derbarê kampîna danheva milyon îmzeyê ya ku Encûmena Niştmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) pê rabûye, da ku doza Kurdên Sûriyê li ser maseya Cinêv3 were gotûbêjkirin.

Di vê derbarê de çalakvanê siyasî Mistefa el-Şamî el-Kurdî ji K24ê re got: “Heger mîkanîzmên komkirina îmzeyan baş bin dê erênî be, ENKSê jî dereng ev kampîna dest pê kiriye, diviyabû ji destpêka krîza Sûriyê de ev kampîne hatiba kirin.”

El-Şamî got jî: “ENKS bi gaveke baş rabûye, lê mîkanîzmên komkirina îmzeyan ne li gor daxwazan in. herwiha pir zehmete milyonek îmze di vê dema kurt de kom bibe.”  

El-Şamî diyar kir jî, “Her kampînek komkirina îmzeyan heger gihêşt 100 hezar îmze, digehe nivîsgeha Emîndariya Giştî, piştre ew nivîsgeh gengeşeyê li ser wê kampînê dike, piştre jî ji NY ê radike bo li ser were guftûgokirin, lê heger bi milyonek îmze gihîne yekser dikeve lîsteya kar ya NY.”