ENKS dixwaze li Efrînê 150 hezar îmzeyî kom bike

Kampaniyeya komkirina îmzeyan li Efrînê berdewam e. Asayişa Rojavayê Kurdistanê astengiyan ji endamên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) re derdixe.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Kampaniyeya komkirina îmzeyan li Efrînê berdewam e. Asayişa Rojavayê Kurdistanê astengiyan ji endamên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) re derdixe.

Endamê Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) û endamê Xwecihiya ENKSê li Efrînê Ebdilrehman Apo ji K24ê re ragihand, ku kampaniyeya komkirina îmzeyan bo xistina pirsa Kurd di lîsteya kar ya civîna Cinêvê de, li Efrînê berdewam e.

Apo diyar kir, ku Asayişa Efrînê rê li pêş karê komkirina îmzeyan digire û astengiyan ji ENKSê re çê dike, herî dawî ku pêr jî 10 endamên ENKSê li Efrînê girtin, ku di nav wan de Serokê Xwecehiya ENKSê li Efrînê Hisên Îbiş hebû. 

Herwiha Apo amaje bi wê yekê kir, ku hemû endamên ENKSê yên ji aliyê Asayişa Efrînê ve derbarê komkirina îmzeyan de hatibûn girtin, îro serbest hatin berdan. Lê dîsa Asayişê endamên vê kampînê girtin.

Apo eşkere kir, ku wan ji bo vê kampaniyeyê li her navçeyekê komîteyek ava kirine, bo komkirina 150 hezar îmze.