Kantona Efrînê nirxê nan buha kir

Heta niha navçeyeya Efrînê di bin dorpêça grûpên Islamî yên radîkal de ye û rewşa jiyana xelkê dijwar bûye.

K24 – Efrîn 

Rêveberiya Lojistîk a ser bi Dezgeha Aborî û Bazirganiyê ve, li Efrînê nirxê nan bi rêjeya ji sedî 33 buha kir.

Hevserokê Rêveberiya Lojistîk a ser bi Dezgeha Aborî û Bazirganiyê ve li Kantona Efrînê, Delîl Osman, ji peyamnêrê K24ê re ragihand ku, wan nirxê nan bi rêjeya ji sedî 33 li buha kiriye. 

Osman got jî “Biryara bilindkirina nirxê nan, piştî lêkolîneke dirêj ku mehekê li ber xwe da, hat. Herwiha me rewşa aborî ya xelkê Efrînê di vê rewşa dorpêçkirin û buhabûna bi gelemperî jî da ber çavên xwe.”

Bilindkirina nirxê nan di demekê de ye ku, Efrîn di bin dorpêça grûpên Islamî yên radîkal de ye û rewşa jiyanê li wir gelek xirab û dijewar e.

Osman diyar kir ku, di  sala borî de, ji ber erzankirina nan ji aliyê Kantona Efrînê ve, Kantona Efrînê 600 milyon lêreya Sûrî ji budceya giştî zirar kiriye.

Osman amaje bi wê ye kir ku, sedema buhakirina nan li Efrînê ji ber rewşa buhabûna ard, hêvan û sotemeniyê hatiye. Ne ji ber nemana ardê yedek ya Efrînê ye.

Tê zanîn ku buhayê tûrek nan li Efrînê biqasî 75 lêreya Sûrî bû , niha jî Rêveberiya Lojistîk buhaya wê kiriye 100 lêre Sûrî.

Welatiyên Efrînê jî di dema dawiyê de, çendîn car bang li dezgehên xêrxwazî û yên mafên mirovan kiriye ku, bi awayekî bilez alîkariyan derbasî navçeyê bikin, ji bo ku wan ji wê rewşa dijwar rizgar bikin.