Qelab: Serxwebûna Kurdistanê berî Mesûd Barzanî dixwazim

Wezîrê berê yê Ragehandinê yê Urdinê radigehîne ku, ew serxwebûna Kurdistanê berî Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî dixwaze.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê berê yê Ragehandinê yê Urdinê radigehîne ku, ew serxwebûna Kurdistanê berî Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî dixwaze.

Wezîrê berê ya Ragehandinê yê Urdinê Salih Qelab îro ji K24ê re derbarê rawestandina bernameya atomî ya Îranê û rakirina cezayên aborî li ser Îranê ragehand ku, Îranê di vê rêkeftinê de gelek ziyan dîtiye, ji ber ku Îranê bo pêşxistina bernameya atomî 70 milyar dolar xerc kiriye.

Qelab got jî,“Piştî rêkeftina bernameya Îranê ligel G 5+1 re li Viennayê, baskê tundrew li Îranê dê bêhtir destêwerdanê di welatên cîran de bike, bi taybet jî ji Iraq, Yemen û Sûriyê re. Di nêrîna min de jî ku Îranê Iraq dagîr kiriye û Îran Bexdayê wek paytexta dewleta Sasanî dizine.”

Qelab derbarê serxwebûna Kurdistanê de got: “Ez wek Salih Qelab serxwebûna dewleta Kurdî ya Netewî berî kak Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê dixwazim.”

Herwiha Qelab got jî: “Her Erebekî xwedî rûmet divê bi serxwebûna dewleta Kurdî ya Netewî re be.”

Qelab diyar kir jî, ku ragehandina dewleta Kurdî mafekî rewa ye ji gelê Kurd re, û biryara ragehandina serxwebûna dewleta Netewî ya Kurdî di destî Kurd de ye.

Di dawiya axaftina xwe de Qelab got: “Kurd birayên me ne divê jî welatên Ereb jî alîkariya serxwebûna dewleta Kurd bikin.”