Kurdekî ji Serê Kaniyê ji aliyê cendirmeyên Tirk ve hat kuştin

Kuştina welatiyên Rojavayê Kurdistanê yên ku ji rewşa welatê xwe ya xirab û hejariyê direvin ji aliyên cendirmeyên Tirk ve berdewam e, berî niha jî bi dehan welatî ji bajarê Erfîn, Kobanê û herêma Cizîrê ji aliyên artêşa Tirk ve hatibûn gulebarankirin.

K24 - Serê Kaniyê

Li gundê Nis Tel ê ser bi bajarokê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, welatiyekî wî gundî  dema ku dixwest derbasî Tirkiyê bibe, ji aliyê cendirmeyan ve hat kuştin.

Derbarê mijarê de Rewangeha Sûrî ya mafên Mirovan daxuyaniyek belav kir. Li gor daxwiyaniyê; "Dema ku welatiyeke Kurd ji gundê Nis Tel ê ser bi bajarokê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê dixwest derbasî Tirkiyê bibe, ji aliyê cendirmeyên sînor ve bi guleyan hat kuştin."