Dahata qeçaxçîtiya bi penaberan 6 milyar dolar e

Wainwright da zanîn ku dahata qeçaxçîtiya bi penaberan ji bazirganiya madeyên hoşber zêdetir e û eşkere kir ku hejmara kesên vê qeçaxçîtiyê dikin li gor amarên Asayîşa Ewropayê 10 hezar û 700 kes in.

K24 - Navenda Nûçeyan

Berpirsê Asayîşa Ewropayê ragihand, ku dahata qeçaxçîtiya bi penaberan bo welatên Ewropayê di sala 2015an de, gehiştiye şeş milyar dolar.

Derbarê mijarê de Berpirsê Asayîşa Ewropayê Rob Wainwright daxuyaniyek da û got: "Li gor amarên UNHCR di sala 2015an yek milyon penaber ji welatên xwe reviyane û ber bi Ewropayê ve hatine, herwiha em dizanin ku her penaberek di wê geştê de (3-6) hezar dolar dida qaçaxçiyan, wate dahata wê qeçaxiyî dibe (3-6) milyar dolar di sala 2015an de."

Wainwright da zanîn ku dahata qeçaxçîtiya bi penaberan ji bazirganiya madeyên hoşber zêdetir e û eşkere kir ku hejmara kesên vê qeçaxçîtiyê dikin li gor amarên Asayîşa Ewropayê 10 hezar û 700 kes in.

Ji aliyêke din ve û li gor amarên UNHCRê di çûna Eropayê de jî zêdeyî 3 hezar kesan cane xwe ji dest dane.