Amerîka dê 1.7 milyar dolarî li Îranê vegerîne

di dema şoreşa sala 1979an de, Îranê rêkeftineke kirîna çekan bi qasî 400 milyon dolarî ligel Amerîkayê îmze kiribû.

K24- Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Amerîkayê razî bûye ku 1.7 milyar dolarî li Îranê vegerîne, bermaber rêkeftineke kirîna çekan ku cîbicî nebibû.

Wezareta Derve ya Amerîka di daxuyaniyekê de ragihand ku, di dema şoreşa sala 1979an de, Îranê rêkeftineke kirîna çekan bi qasî 400 milyon dolarî ligel Amerîkayê îmze kiribû, lê di sala 1981 de dest li ser wan pereyan hatibû danîn û rêkeftin necûbû serî.

Lewma niha dê hikûmeta Amerîkayê wî 400 milyon dolarî ligel 1.3 milyar dolarên din, wek bac yan fêdeya wan pereyan, li Îranê vegerîne.

Vegerandina van pereyan di demekê de ku, duh cezayên navdewletî yên berê li ser Îranê hatibûn sepandin, hatin rakirin.

Çaverê ye jî ku piştî rakirina wan cezayan, di navbera 100 û 150 milyar dolarî de ji Îranê re vegere.