Ermeniyê dawî yê Diyarbekirê ‘Apê Sitqî’ koça dawî kir

Cenazeyê wî ji aliyê xizim û dostên wî ve piştî merasîma li Dêra Suryaniyan ya Dayika Meryem a li navçeya Sûra Diyarbekirê li Gorîstana Ermeniyan hat veşartin.

K24 - Diyarbekir

Ermeniyê bi navê Sarkîs Eken ku wek ‘Ermeniyê Diyarbekirê yê dawî’ jî dihat zanîn wefat kir. Cenazeyê wî ji aliyê xizim û dostên wî ve piştî merasîma li Dêra Suryaniyan ya Dayika Meryem a li navçeya Sûra Diyarbekirê li Gorîstana Ermeniyan hat veşartin.

Ermeniyê Dawî Sarkîs Eken ango Sitki Eken di temenê 85 saliya xwe de li Diyarbekirê koça dawî kir. Ji Cemaeta Suryanî û Protestan û Cemaeta Misilmanan nûner, dost û hezkiriyên Eken beşdarî merasîma cenaze bûn.  Keşeyê Dêrê Yusuf Akbulut di merasîmê de ji Încîlê ayet xwendin û merasîm organize kir. Akbulut got, Sarkîs evîndarê Diyarbekirê bû û wî ti caran dest ji vî bajarê qedîm berneda.

Malbata Sarkîs Eken dixwest ko merasîma cenazeyê wî li Dêra Surp Giragor a li navçeya Sûrê bikin lê ji ber ku ev 47 roj in qedexe û pevçûn li wê derdora hene wan nikarîn merasîmê li wir bikin. Di merasîmê de li ser navê Misilmanan Serokê Komîsyona Oldarên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Mele Zahît Çîftkuran beşdar bû. Çîftkuran got, Sarkîs jî rengekî Diyarbekirê bû, xelkê ji wî pir hez dikir, lê ew çû ber dilavaniya xwedê.

Sarkîs Eken di sala 1930an de li Gundê Başbuk ê Farqîna Diyarbekirê ji dayîk bûbû û ti caran dest jî Diyarbekirê bernedabû. Ji ber wê yekê ew weke ‘Ermeniyê Diyarbekirê yê herî dawî’ jî dihat naskirin. Di bûyerên 1915an de malbata wî jî ji Komkujiya Ermenan xilas bûbû. Piştî 65 salan di sala 2014an de mehra resmî ligel xanima xwe Beyzar Alata kiribû.

Lê xanima wî di Hezîrana 2014an de wefat kiribû û ew li mala xwe ya di hewşa Dêrê de bi tenê dijiya. Ji ber nexweşiyên xwe car caran li Fakulteya Zanîngeha Dîcle ya Diyarbekirê dihat dermankirin. Sarkîs Eken an jî Apê Sitqî, şeva din saet 03.00’yê wefat kir û li Gorîstana Ermenan ya li Diyarbekirê hat veşartin.