NY: DAIŞê 3500 kes xistine kole

Neteweyên Yekbûyî diyar dike ku, DAIŞê 900 zarok birine perwerdeya leşkerî.

K24- Navenda Nûçeyan

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku, DAIŞê 3 hezar û 500 kes  ji xwe re xistine “kole.”

Di rapora NY de hatiye ku, rêxistina DAIŞê ya radîkal binpêkirinên mezin kirine “hin ji wan tawanên şer in û hin tawanên li dijî mirovahiyê ne û yên din jî Jenoseyd in.”

Li gor şandeya NY ya taybet li Iraqê, DAIŞê 3 hezar û 500 kes li Iraqê ji xwe re xistine “kole.” Praniya wan jî jin û zarok in.

Di raporê de amaje bi gulebarankirin, serjêkirin, şewitandin û tawanên din ên DAIŞê hatiye kirin.

Rêxistina navdewletî eşkere kir jî ku, praniya wan kesên di ber destê DAIŞê de, Kurdên Êzdî ne.

Derbarê birina bi zorê ya zarokan bo hilgirtina çek ji DAIŞê re, NY amaje kiriye ku di navbera 800 û 900 zarok ji Mûsilê revandine û perwerdeya leşkerî û olî dide wan.