DAIŞê kevintirîn dêra Xirstiyanan li Mûsilê jinav bir
K24-Navenda Nûçeyan
DAIŞê li bajarê Mûsil dêra Mar Êliya ya ku berî 1400 salan hatibû avakirin û weke kevintirîn dêra xirstyanan tê naskirin jinav bir.
Derbarê wêrandina wê dêrê de ajansa "Associated Press" a Amerîkayê di daxuyaniyekê de ragehandin ku, çekdarên DAIŞê li bajarê Mûsil ku bi 400 kîlometreyan dûrî Bexdayê ye, dêra Mar Êliya weke kevintirîn dêra Xirstiyanan tê naskirin jinav bir.
Li gor heman jêderê DAIŞê ti şûnwarên dêrê nehêştine û bi temamî wêran kiriye. Pisporên şûnwaran jî dibêjin ku dêra Mar Êliya berî 1400 salan hatibû avakirin.
Ev ne cara yekemîn e ku DAIŞ cihê dîrokî û şûnwaran jinav dibe, berî niha jî li bajarê Tedmûrê yê dîrokî li Sûriyê, gelek şûnwarên wê bi temamî wêran kir.