Rûsya: Divê Tirkiye jenosîda li dijî Kurdan rawestîne

Wezareta Derve ya Rûsyayê rexneyên tund li Tirkiyê digre.

K24- Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Rûsyayê daxwaz ji hikûmeta Tirkiyê kir ku, siyaseta “komkujî û jenosîdê” ya li dijî Kurdan rawestîne.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê, Marya Zaxarov di daxuyaniyeke rojnamevanî de got: “Pêwîst e Enqere qedexeya çûn û hatinê li navçeyên Kurdî rawestîne.”

Zaxarova daxwaz kir jî ku, divê rê bi çavdêrên biyanî bê dayîn ji bo bigehin navçeyên Bakurê Kurdistanê.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê diyar kir ku “grûbên terorîst” li Sûriyê çalakiyên xwe zêde dikin û “hinek komên terorîs yên Helebê piştgiriyê ji Tirkiyeyê distînin.”

Zaxarova axaftina xwe wiha berdewam kir: “Hê jî hêzên derve ji bo grûbên terorîst piştgiriya çek û cebilxaneyan dikin û ev grûbên terorîst hinek cihên sînorê Tirkiye û Sûriyeyê yên parastî ji bo xwe bi kar tînin.”