Generalekî Amerîkî: Firokexaneya esmanî bo alîkariya Kurd e

Generalekî Amerîkî dibêje ku, firokexaneya leşkerî ya li Rojavayê Kurdistanê ji bo alîkariya hêzên Kurd li Rojavayê Kurdistanê ye. Serokê Desteya Parastinê li Kantona Cezîrê jî red dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Generalekî Amerîkî dibêje ku, firokexaneya leşkerî ya li Rojavayê Kurdistanê ji bo alîkariya hêzên Kurd li Rojavayê Kurdistanê ye. Serokê Desteya Parastinê li Kantona Cezîrê jî red dike.

Generalê berê yê Amerîkî li Iraq û Herêma Kurdistanê Ernie Audîno derbarê damezrandina firoxaneyeke esmanî li Rojavayê Kurdistanê, ji K24ê re ragehand ku, ew firokxane bo bi êrîşên esmanî alîkariya hêzên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ye.

Li gor wî generalî, ku hêzên Kurdî take hêz a karîne DAIŞê têk bişkînin. Herwiha Audîno eşkere kir jî, ku alîkariyên Amerîka dê netenê leşkerî bin, herwiha di ware siyasî jî be.

Serokê Desteya Parastinê li Kantona Cezîrê Ebdilkerîm Saroxan, îro ji K24ê re ragehand ku, ti firokxaneyên leşkerî yên girêdayî Amerîkayê li bajarokê Rimêlan û Dêrikê nehatine avakirin.

Saroxan got jî, tenê firokeyên çandiniyê li Rojavayê Kurdistanê hene û ti firokxaneyên leşkerî tune ne.

Li gor hin raporên ragehandinê ku, 50 leşkerên Amerîkî di dergeha sînorî ya Murşid Pinarê re derbasî Kobanê bûne, hin ji wan gihêştine Rimêlanê û dest bi avakirina firokxaneyeke leşkerî kirine.