Mislim: Şandeya Opozîsyona Sûriyê nûnertiya DAIŞê dike

Hevserokê PYDê dibêje ku, şandeya opozîsyona Sûriyê ya ku ji Riyadê derketiye nûnerraita Qaîde û DAIŞê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Hevserokê PYDê dibêje ku, şandeya opozîsyona Sûriyê ya ku ji Riyadê derketiye nûnerraita Qaîde û DAIŞê dike.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim di hevpeyvîneke telefizyonî de ragihand ku, şandeya opozîsyonê ya ku di kongreya Riyadê de hatiye destnîşankirin, nûnertiya rêxistina Qaîde û DAIŞê dike û “dixwazin dewleteke îslamî li Sûriyê damezrîne.”

Di kongreya Riyadê de, şandeya danûstandinan a opozîsyona Sûriyê hat diyarkirin, nûnerên PYD û YPG jî ji wê şandeyê bêpar bûne.

Mislim amaje bi wê yekê kir ku, Encûmena Sûriyeya Demokratîk tevahiya pêkhateyên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê li xwe digire.Lê nûnerên wê di nav şandeya opozîsyonê de cih negirtine.

Ev gotinên Mislim di demekê de ne, ku biryar e di 28 vê mehê de danûstandinên aştiyê yên di navbera rêjîm û opozîsyona Sûriyê de li Cenêvê birêve biçe. 

PYDê jî heya niha bo beşdariya wê danûstandinan ne hatiye vexwandin.

Lê Rûsya rijd e ku nûnerên PYDê jî tevlî wê şandeya opozîsyonê bibin.

Kongreya Riyadê di 10 û 11 Kanûna Borî li Riyadê paytexta Erebistana Siudiyê birêve çû, tê de Komîteya Danûstandkar hat hilbijartin. Roja 20 vê mehê Desteya Danûstandkar ya Opozîsyona Sûriyê navên beşdarbûyên civîna Cenêv3 eşkere kir.