Kompaniya Facebookê spasiya ciwanekî Kurd dike

Ciwanê Kurd Umer Mihmed ji Başûrê Kurdistanê ye û li Zanîngeha Dihokê qonaxa çaran a Beşê Endazyariya Komputerê dixwîne.

K24 - Dihok

Piştî dîtina pirsgirêkekê di malpera Facebookê de, Kompaniya Facebookê spasiya ciwanekî Kurd dike û 25 hezar dolar wek diyarî jêre dişîne.

Derbarê wê pirsgirêkê de ciwanê Kurd Umer Mihmed li ser rûpela xwe ya Facebookê wiha nivîsiye: "Li ser malpera Facebookê gelek programên metrisîdar hene, ji wan jî programek heye dema tu nameyekê bo kesekî bişînî wê demê ti dikarî password wî werbigirî, êdî bi hesanî dikarî derbasî malpera wî bibî."

Umer Mihemed pirsgirêka wê programê şopand û lêkolîn li ser kir û bi rêya videoyekê ji Kompaniya Facebookê re şand. Ji aliyê xwe ve jî Kompanya Facebookê spasiya ciwanê Kurd kir û wek diyarî 25 hezar dolar, jêre şand.

Umer da zanîn ku wî navê Kurdistanê li ber navê xwe nivîsandiye, daku navê Kurdistanê jî bikeve mezintirîn kompaniyayên cîhanê. Kompaniya Facebookê navên wan kesên ku pirsgirêkan di malperê de dibînin belav dike. Tê çaverêkirin ku navê Umer jî ligel navê Kurdistanê di nav wê lîsteyê de were belav kirin.

Ciwanê Kurd Umer Mihmed ji Başûrê Kurdistanê ye û li Zanîngeha Dihokê qonaxa çaran a Beşê Endazyariya Komputerê dixwîne.