Keçeke Kurd bû şampyona Îranê

K24- Navenda Nûçeyan
Keça Kurd a bi navê, Niyan Şamihemedî bû şampyona Îranê di lîsika Taykwondoyê de.
Niyan Şamihemedî, ku ji bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê ye, di pêşbirka keçan a lîstika Taykwondoyê de ya li ser asta Îranê, medalyeya zêrîn bidest xist.
Li gor nûçeyeke ajansa Kurdpa, ku taybet e bi nûçeyên Rojhilatê Kurdistanê, pêşbirka Taykwondoyê li paytexta Îran, Tehranê birêve çûe.
Bi serkeftina Niyan li ser asta Îranê, cihekî xwe di pêşbirkên “Asiya 2016” de jî girt.
Pêşbirka Azadî ya Xortan, bo heyama 2 rojan berdewam kiribû û 229 lîstikvan jî têde beşdar bûn.
