ENKSê beşdarî Cenêv3 dibe

ENKSê bi şanda opzîsyonê beşdarî danûstandinên Cenêv3 dibe. TEV-DEM jî dibîne ku bê beşdariya wan, dê Cenêv3 bê encam bin.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

ENKSê bi şanda opzîsyonê beşdarî danûstandinên Cenêv3 dibe. TEV-DEM jî dibîne ku bê beşdariya wan, dê Cenêv3 bê encam bin.

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi Şanda Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê de beşdarî danûstandinên Cenêv3 bibe, ji aliyê xwe ve jî serkirdeyatiya Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEMê dibînin ku bê beşdariya Encûmena Sûriyeya Demokratîk dê Kongreya Cenêv3, dê bê encamp bin.

Hevseroka Kantona Cexzîrê ji K24 re got: “Ji sedî 16 ji xaka Sûriyê di bin kontrola Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye, kongreya Cenêvê bê beşdariya HSD dê bê encam bin.”

Ji aliyê xwe ve jî, Serokê ENKSê jî ji K24ê re axivî û gor: “ENKSê nûnertiya gelê Kurd dike, heger ti aliyekî din ji Kurd beşdar bibe, dê baş be, lê heger beşdar nebûn, bila alîkariya ENKSê bikin.”

Civîna Cenêvê-3 taybet e bi dîtina çareseriyekê ji krîza Sûriyê re, dê tê de şandeyek ji opozîsyon û rejîma Sûriyê bi serpereştiya Neteweyên Yekbûyî, danûtsandinan bikin.

Duh Sekretera Taybet ya De Mistura ragehand ku, De Mistura vexwandinên taybet bi beşdariya di Cenêv3 de birê kiribû. Hevserokê PYDê Salih Mislim jî nehatibû xexwandin.