Opozîsyona Sûriyê biryara beşdariya Cenêv3 nestandiye

Endamê şanda danûstandinan a opozîsyona Sûriyê Ebdilhekîm Beşar ji K24ê re ragehand, ku hîn wan ti biryar derbarê beşdariya di Cenêv3 de nestandine û daxwazên wan bo beşdariya danûstandinan ne merc in.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê şanda danûstandinan a opozîsyona Sûriyê ragehand, ku hîn wan ti biryar derbarê beşdariya di Cenêv3 de nestandine û daxwazên wan bo beşdariya danûstandinan ne merc in.

Endamê şanda danûstandinan a opozîsyona Sûriyê Ebdilhekîm Beşar ji K24ê re got, “xalên biryara Encûmena Asayişa Navdewletî ya hejmara 2245 gelek in û hemû bi hev ve girêdayî ne, nabe xalin were cibicîkirin û hin jî bimînin. Nabe em xalê guftûgoyan cibicî bikin, bê cibicîkirina bendên 12 û 13 ya biryara 2254”

Hekîm diyar kir, ku li gor bendên 12 û 13an ya biryara 2254, divê dorpêçkirina li ser navçeyên Sûriyê nemîne, rê li pêş derbasbûna alîkariyên mirovî were vekirin, herwiha azadkirina girtiyan.”

Şandeya opozîsyonê duh ragehand ku, berî cibicîkirina bendên 12 û 13 ji biryara 2254, ew beşdarî civîna Cenêv3 nabin.

Beşar di wê baweriyê de ye ku civîna Cenêv3 dê bo çend rojan were paşxistin.

Biryar bû danûstandinên aştiyê di navbera hikûmeta Sûriyê û opozîsyonê de , bi alîkariya aliyên navdewletî derbarê dîtina çareseriyeke siyasî ji kirîza Sûriyê de, di 25 vê mehê de li Cenêvê hatiba birêve birin.