Arinç: Haya Erdogan ji lihevkirina Dolmabahçeyê hebû
K24 - Enqere
Yek ji navên herî girîng ê AKPê Bûlent Arinç diyar ku haya Erdogan ji lihevkirina Dolmabahçeyê hebû û li ser çapemeniyê çawsandineke mezin heye û got: "Saziyên dadê jî di bin bandora siyasetê de ne. Ji wan re ferman diçin. Ew jî bi vê tirsê biryarên şaş didin."
Damezrênerê AKPê, kevne serokê parlamentoyê, ku di heman demê de berdevkiya hikûmetê jî kiriye, Bûlent Arinç piştî deng vedana hevpeyvîna wî ya bi Kurdistan 24ê re doh jî beşdarî bernameyeke CNNTURKê bû û bi daxuyaniyên xwe li Tirkiyê rê li ber nîqaşên mezin vekir.
Arinç li ser proseya çareseriyê, daxuniyên ku ji Kurdistan 24ê re kirin heman daxuyanî dan CNNTURKê jî. Di vê navberê de Arinç ji bêjerê bernameyê re diyar kir ku wî di hevpeyvîna ku bi televizyona Kurdistan 24ê re kiriye dîtin û ramanên xwe yên derbarê proseya çareseriyê de anîne ziman û wiha axifî: "Ji sibê û şûnde divê hikûmet vê pêvajoyê bide dest pê kirin. Herwiha divê careke din li dora maseyê bê civîn û bi Îmraliyê re yanî bi Ocalan re hevdîtin bên kirin."
Arınç got: "Eger rêxistineke terorîst hebe û serokê vê rêxistinê jî ev kes be divê em dest ji gotinên “pêre hevdîtinê bikin an na” berdin. Dibe ku HDP di bin bandora Kandîlê de mabe, ger alternatîfeke jê çêtir nîn be naxwe divê mirov wê bihêztir bike."
Arinç li ser hevdîtinên Dolmabaxçeyê jî bi bîr xist ku, haya Erdogan ji vê yekê hebûye wiha pêde çû: "Ne li derveyî agayiyên Erdogan ev rûdan pêk hatiye. Yalçin Akdogan di heman demê Erdogan agahdar kiriye. Lewre heta ciyê ku wê kî li ku rûne jî hatiye sazkirin beriya wê hevdîtina Dolmabaxçeyê."