Siyamend Haco: ENKS dibîne ku PYD ne opozîsyon e

Nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Ewropayê radigehîne, ku bi komkirina bêhtir ji 625 hezar îmze, ENKS nûnertiya gelê Kurd li Sûriyê dikin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Ewropayê radigehîne, ku bi komkirina bêhtir ji 625 hezar îmze,  ENKS nûnertiya gelê Kurd li Sûriyê dikin.

Nûnerê ENKSê li Ewropayê Siyamend Haco ji K24ê re ragehand ku, ew wek ENKSê bi 3 endaman beşdarî danûstandinên Cenêv3 dikin, herwiha ewê di hemû hemû komîtên ku bêne avakirin jî beşdar bin.

Derbarê daxuyaniyên Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) Salih Mislim de, Haco got: “ Em wek ENKSê em dibînin ku PYD ne opozîsyon e. Heger PYD di Cenêv3 de beşdar biba, dê li aliyê rêjîmê beşdar biba.”    

Hevserokê PYDê Salih Mislim ji K24ê re wiha gotibû: "Ew  Kurdên ku tevlî civînên kongreya Cenêv3 dibin û di nav şanda opozîsyonê de, nûneratiya Kurdan nakin, tenê ew nûneratiya xwe dikin."

Haco diyar kir, ku ENKSê karî di 7 rojan de bêhtirî 625 hezar deng kom bikira, vê yekê jî diyar kir, ku ENKSê nûnertiya gelê Kurd li Sûriyê dike. Haco amaje bi wê yekê jî kir, ku Civaka Navdewletî dibîne ku ew nûnerê Kurdên Sûriyê dikin.

Duh, civînên kongreya Cenêv3 bi rêve çû, PYD bo wê kongreyê nehate vexwendin. Ev yeke jî bû cihê nîgeraniya berpirsên PYDê û Encûmena Sûriyê ya Demokratîk.