Bedredîn: Rûsya û Amerîka pirsa Kurd li Sûriyê li berçav nagirin

Îro nûnerên opozîsyona Sûriyê piştî 4 rojan ji gotûbêjan li Riyadê gihêştin Cenêvê, piştî ku duh, civînên Cenêv3 bi rêve çûbû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî ku duh civînên Cenêv3 bi rêve çûbû, îro nûnerên opozîsyona Sûriyê piştî 4 rojan ji gotûbêjan li Riyadê gihêştin Cenêvê, .

Siyasetmedarê Kurd Selah Bedredîn îro tevlî bultena 24 bû û derbarê beşdarbûna Kurd di danûstandinên Cenêv3 de ragehand, ku hemû Kurdên beşdarî Cenêv3 bûne, nikarin pirsa Kurd li Sûriyê çareser bikin.

Nûnerê ENKSê li Ewropayê Siyamend Haco ji K24ê re ragehandibû, ew wek ENKSê bi 3 endaman beşdarî danûstandinên Cenêv3 bûne, ENKSê jî nûnertiya gelê Kurd li Sûriyê dike.

Bedredîn derbarê venexwandina Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim ji Cenêv3 re got : “Hêzên navdewletî, PYDê wek nûnerê Kurdan nabînin, heger dîtibana wê PYD vexwendibana civîna Cinêv3. Divê PYDê zanibe ku ev siyaseta ku dike, ne rast e.”

Herwiha Bedredîn got: “Hemû alî tevî opozisyonê razî ne ku dezgehên dewletê weke xwe bimînin.

Selah Bedredîn amaje bi wê yekê kir ku, ne Rûsya û ne Amerîka ti pirojeyeke niştîmanî ya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê li berçav nagirin.

Netewên Yekbûyî ragehandibû, ku guftgoyên Cenêv3 dê 6 mehan ber xwe bide, herwiha armanc jê ew e ku di destpêkê de agirbestekê çê bikin, piştre jî çareseriyeke siyasî ji krîza ku bêhtirî 250 hezar kes kiriye qurbanî û bêhtirî 10 milyon kes penaber kiriye, re bibînin.