Helwêsta Tirkiyê ya diji penaberan hat şermezar kirin

Der û dorên sporê ji bo balê bikşînin ser rewşa kambax a penaberan çalakiyeke din kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Der û dorên sporê ji bo balê bikşînin ser rewşa kambax a penaberan çalakiyeke din kirin. Tîpên Yewnanîstanê AEL Larîssa û Acharnaikos di serdema ku wê dest bi pêşbirkê bikin ji bo penaberên ku li behra EGEyê binav bûne û can dane li qada futbolê çalakiya rûniştinê pêk anîn.

Ligel 22 yarîzanan, antrenor û yedek jî di navê de, bi destpêkirina pêşbirkê, 2 deqîqeyan bi awayekî bê deng, ji bo bîranîna penaberên ku bînav bûne û can dane çalakiya rûniştinê saz kirin.

Daxuyaniya ku ji alîyê qada futbolê ve hat dayin, helwêsta Tirkiye û Yekitiya Ewropayê hate rexne kirin û wiha gotin: "Em wekî rêveberiya AELê, antrenor û yarîzanan, helwesta zilimkar û xemsar a Yekitiya Ewropa û Tirkiyê ku her roj ji ber vê yekê li behra EGEyê bi dehan penaber can didin 2 daqîqeyan çalakiya rûniştinê pêk tînin. Her wiha bangê li hemû rêveberan dikin ku li ber sûcên sosret yên ku li behra EGEyê pêk tên bê deng neminîn û tedbîran wergirin."