YPG bezandina sînorê Rojava ji aliyê Tirkiyê ve şermezar kir

Di dawî ya daxuyaniyê de, YPGê da zanîn ku, ew êdî li hemberî wan kiryaran bê deng namînin.

K24-Qamişlo

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bezandina Artêşa Tirkiyê ji axa Rojavayê Kurdistanê re şermezar kir û got ku eger Artêşa Tirkiyê careke din derbasî axa Rojava bibe ew bê deng namînin.

Derbarê nîgeraniya YPGê ji dabezîna Artêşa Tirkiyê ji axa Rojavayê Kurdistanê re Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxuyaniyek belav kir, tê de dabezîna Artêşa Tirkiyê ji sînorên Rojavayê Kurdistanê şermezar kir, da zanîn ku eger ew yeke careke din dubare bibe ew dê bê deng nemînin û bersiva wan bidin.

Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: "Di 28 û 29ê vê mehê de Artêşa Tirkiyê li gundê Sermisax sînor bezandiye, di 30ê vê mehê jî li heman gundî gule bi ser sere welatiyan berdane."

Di dawî ya daxuyaniyê de, YPGê da zanîn ku, ew êdî li hemberî wan kiryaran bê deng namînin.