Hevseroka KCDê pîrozbahî li Amed Sporê kir

Amed Spor, di hevrikiyên Kûpeya Ziraetê ya Tirkiyê de, ji nav grûbên tîman bêyî ku hevrîkiyê winda bike derket û piştre jî, di 31ê Çileyê de, li bajarê Bûrsayê, Bursa Spor 2-1 têkbir û mafê finala çaryekê bidestve anî.

K24 - Diyarbekir

Amed Spor, di hevrikiyên Kûpeya Ziraetê ya Tirkiyê de, ji nav grûbên tîman bêyî ku hevrîkiyê winda bike derket û piştre jî, di 31ê Çileyê de, li bajarê Bûrsayê, Bursa Spor 2-1 têkbir û mafê finala çaryekê bidestve anî.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk KCDê Selma Irmak jî serdana tima Diyarbekirê Amed Sporê kir û hem pîrozbahî li Amed Sporê kir, hem jî gef û astengiyên ku li ser tîmê tên derxistin şermezar kir.

Di serdemeke ku Bakurê Kurdistanê di rewşên şer û aloziyan re derbas dibe, Tîma Diyarbekirê Amed Spor ku di Lîg (Gele) a 3. de ye, piştî ku di hevrikiyên Kûpe ya Ziraetê de, tîma Bûrsa Sporê têkbir û derket fînala çaryekê, hem di rojeva Tirkiyê de hem jî di rojeva Bakurê Kurdistanê de cîh girt. Amed Spor piştî hevrikiyê serkeftina xwe diyarî berxwedana Bakûr kiribû.

Hevseroka KCDê, Selma Irmak jî di 2ê Sibatê de, li tesîsên Amed Sporê serdana tîmê kir û hevkarî û piştgiriya xwe anî ziman. Irmak da zanîn ku, futbol jî rêbazeke herî baş a aştiyê ye.

Selma Irmak û şanda gel wê, ji aliyê Serokê Amed Sporê Alî Karakaş û rêvebirên kulubê ve hat pêşwazî kirin. Alî Karakaş, formayê Amed Sporê diyarî Selma Irmak kir. Kaptanê tîma Amed Sporê Şehmus Ozer jî kêfxweşiya ji bo serdana şandê diyar kir û anî ziman ku ewê ji bo serkkeftinên nû hewl û xebatên xwe bidomînin.

Tima wezişê ya Diyarbekirê, di sala 1972an de bi navê “Melîk Ahmed Spor” hetiye damezrandin, piştre buye “Diyarbekir Spor” û di 28ê Çiriya Pêşîn ya 2014an de jî navê xwe wek Amed Spor guhartiye. Rengên Amed Spor rengên Kesk û Sor in ku rengên Diyarbekir in û di Lîga 3. Ya Tirkiyeyê de ye.