Kerry: Sûriyê çareseriya leşkerî li şûna ya siyasî hildibijire

Wezîrê Derve yê Amerîkayê radigehîne, ku hikûmeta Sûriyê bijardeya leşkerî li şûna bijardeya siyasî bo çareserkirina krîza wî welatî hildibijêre.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Amerîkayê radigehîne, ku hikûmeta Sûriyê bijardeya leşkerî li şûna bijardeya siyasî bo çareserkirina krîza wî welatî hildibijêre.

Piştî ku, gera yekemîn ya danûstandinên Cenêv3 di navbera şanda rejîma Sûriyê û opozîsyona wê de,bo 25ê vê mehê hat lipaş xistin. Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry ragehand ku, rêjîma Sûriyê hewl dide, bi bijardeya leşkerî dawî li krîza Sûriyê bîne, ne bi rêya çareseriyeke siyasî.

Wezareta Derva ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de diyar kir ku, Kerry ji Sûriyê û hevalbendên wê xwast ku, li gor biryarên Encûmena Asayişa Navdewletî, bombebarankirina deverên di bin kontrola opozîsyonê de rawestîne û dawî li dorpêçkirina sivîlan bîne.

Ji pêr de, Artêşa Sûriyê bi piştevaniya firokeyên Rûsî, gundên El-Cîhadiyê û Tilcibînê (li bakurê Helebê) kontrol kirin, herweha gundên Enedan, Heyan, Hirêtan, Meiriste el-Xan, Retyan û Beyanûnê û her du gundên Hirdêtîn û Başkoyê yên nêzîkî her du bajarokên Şîe (Nubil û Zehraa) bi tundî bombebaran kirin û dorpêça li ser wan şikand.

Kerry got jî: “Diviyabû Sûriyê û hevalbendên wê, pabendî bi biryara 2254 û baweriyek ji civaka navdewletî xuyan kiribana ku ew çareseriyeke siyasî ji Sûriyê re dixwazin.”

ji 29ê Çile, civîna Cenêv-3 ya bi serpereştiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo çareserkirina krîza Sûriyê di navbera opozîsyon û rejîma wî welatî de dest pê kir. Duh Nûnerê NY yê taybet bo Sûriyê Steffan De Mistura, civînên Cenêvê bo 25 vê mehê lipaş xist.

Opozîsyona Sûriyê jî ragehand ku, , heya mercên wê derbarê vekirina dorpêça li ser bajarên sivîl û rawestandina bombebarankirina bajaran, bi çi awayekî hevdîtinên rasterast bi rêjîmê re nakin, şanda wê carek din ji Cenêvê re venagere.