Dibe ku Amedspor denekeve pêşbirkeya Fenerbahçeyê

Cîgirê Serokê Kuluba Amedsporê Nurullah Edemen got ku ji ber ew biryara Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) protesto bikin, dibe ku dernekevin pêşbirkeya ligel Fenerbahçeyê.

K24 - Diyarbekir

Cîgirê Serokê Kuluba Amedsporê Nurullah Edemen got ku ji ber ew biryara Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) protesto bikin, dibe ku dernekevin pêşbirkeya ligel Fenerbahçeyê. Edeman dibêje, piştî hevdîtinên bi kesayetiyên bajêr re dê biryara dawî bidin.

Amedsporê, di deplasmanê de 2-1 karibû Bursasporê û di tûreke bilindtir de cih girtibû. Ji bo Fînala Çaryeka Qupaya Zîraat Tirkiyeyê di pişkkişandinê de biryar e, Fenerbahçe û Amedspor bilîzin. Lê piştî pişkkişandinê çend saetekê Federasyona Futbolê, ceza dabû Amed Sporê û gotibû ku dê pêşbirkekê bêtemaşevan bilîze û dê Amedspor 20 Hezar Lîreyên Tirkiyeyê ceza bide.

Federasyonê sedema vî cezayî jî dirûşmên wek “Bariqat li vir û li ser lingên xwe ye”, “Her der Sûr e û her der cihê berxwedanê ye”, “Bila zarok nemirin, bila bêne pêşbirkan jî”, ku ji aligirên Amedsporê ve hatibûn avêtin nîşan dabû. Her wiha federasyonê ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî, 12 pêşbirk ceza dabû lîstikvanê Amedsporê Denîz Nakî jî.

Di heman demê de polîsan avêtibûn ser avahiya kulubê û komputerên wan desteser kiribûn. Di nava van bûyer û nîqaşan de dê Amedspor biryara dawî sibe (08.02.2016) li Diyarbekirê bide.