Berdevkê YPGê bersiva Serokkomarê Tirkiyê da

Berdevkê YPGê bersiva Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan da, ku gotibû; ew çekên hêzên hevpeyman didin YPGê, dikevin destê PKKê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Rêdûr Xelîl bersiva Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan da, ku gotibû; ew çekên hêzên hevpeyman didin YPGê, dikevin destê PKKê.

Berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl, bi daxuyaniyek nivîskî bersiva Erdogan da û got: "Erdogan û medya AKPê bi belavkirina gotegot û nûçeyên derew dixwazin nakokiyan bixin navbera YPG û hêzên hevpeyman."

Rêdûr Xelîl diyar kir ku serkeftinên YPGê di şerê DAIŞê de bûne sedema wê yekê ku roj bi roj hêzên navdewletî girîngiyeke zêdetir bidin YPGê, lewma jî Erdogan dixwaze bi wan gotegotan, navê YPGê reş bike.

Li gor Sputniknewsê, Berdevkê YPGê dibêje ku tu kesî çek nedane wan, ew çekên xwe bi derfetên xwe peyda dikin û herwiha beşek ji wan çekan jî di şerê DAIŞê de ketine destê wan.

Rêdûr Xelîl li ser îdiaya çekên ku ji YPGê re tên şandin, derbasî Tirkiyê tên kirin jî wiha axifî: "Çekên di destê me de ji tu hêzên çekdar ên derveyî Sûriyê re nehatine şandin, tenê li hundirê Sûriyê hatine bikaranîn."