HSDê gundê Dêrcemal ê ser bi Izazê kontrol kir

Li gor peyamnêrê K24ê grûpên opozîsyona Sûriyê careke din gundê Kefîn li bakurê Helebê ji destê rejîma Sûriyê rizgar kir, ku berî niha rejîma Sûriyê bi alîkariya firokeyên Rûsyayê ew gund kontirol kir bû

K24-Kobanê

Şevê din Şer û pevçûn di navbera Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) û Cebhet El-Nûsrayê û Tevgeha Ehrar El-Şam derket, di encam de HSD karîn gundê Dêrcemal yê bi ser bajarokê Izazê kontirol bike.

Payamnêrê K24ê li Kobanê ragehand ku, derengiya şevê din, şereke giran di navbera Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) û Cebhet El-Nûsrayê û Tevgeha Ehrar El-Şam derket, di encam de HSD gundê Dêrcemal yê bi ser bajarokê Izazê kontirol kir.

Li gor peyamnêrê K24ê grûpên opozîsyona Sûriyê careke din gundê Kefîn li bakurê Helebê ji destê rejîma Sûriyê rizgar kir, ku berî niha rejîma Sûriyê bi alîkariya firokeyên Rûsyayê ew gund kontirol kir bû.

Peyamnêrê K24ê li Kobanê tekez kir ku êrîşên firokeyên Rûsyayê li ser bajarokên Endan, Tel Misêbîn, Heyan û Biyanûn berdewamin, di encam de jî bi dehan welatiyên sivîl hatine kuştin.