Xewnên Amedsporê bi 1ê Nîsanê ve girêdayî ne

Lîstika çarîka fînalê ya ligel Fenerbexçeyê bi encama wekhev bidawî bû.

K24 – Diyarbekir

Tîma Amedsporê, ku di lîga 2. di grûba Sor de ye, piştî ku hevrikiyên Kupeya Ziraetê de, Bursa Sporê 2-1 têkbir û mafê listîna hevrikiyên çaryek fînalê bidestxist deng vedabû. 

Amedspor di 9ê Sibatê de jî ji bo hevrikiya yekem a çaryek fînalê derket beramberî tîma lîga Super ya Tirkiyeyê Fenerbaxeçeyê. Hevrikiya ku li qada Amedsporê bê temaşevan hat lîstin bi encama 3-3 bidawî bû. 

Tîma Amedspor, di serdemeke ku Bakurê Kurdistanê bi şer û aloziyan di rojevê de ye, bi serkeftinên xwe yên werzişî behs ji xwe dide kirin. Amedspor di Kupaya Zîraatê ya Tirkiyeyê de, heta niha, tu hevrikiyekî winda nekiriye. Niha jî ji bo ku tîma Fenrbaxçe derbas bike û derkeve çaryek fînale hewl dide. 

Serokê Amedsporê Alî Karakaş jî piştî hevrikiyê, dilmayîn û nerazîbûna xwe ji bo ceza kirina tîm û lîstikvanên werzişê diyar kir û ragihand ku Amedspor, di hevrikiya li beramber Fenerbaxçeyê de jî winda nekiriye û ewê serkeftinên xwe yên werzişî bidomînin. 

Alî Karakaş wiha ji K24ê re berdewam kir: “Beriya hevrikiyê, çalakiyeke demokratîk ya tîma me çêbû. Bi zimanê nijadperestî neheqiyên mezin l ime tên kirin. Em werzişê dikin û naxwazin tîm û listîkvanên me bi neheqî bên ceza kirin.”

Li derûdorê qada hevrikiyê ewlehiyeke berfireh hatibû girtin û alîgirên Amedsporê ku li derveyî stadyûmê piştgiriya tîma xwe dikirin jî bi destêwerdana polîsan re rûbe rû man. 

Sekreterê giştî yê Fenerbaxçeyê Mahmut Uslû jî diyar kir ku, ceza kirina Amed Sporê nebaş e û hevrikiyên werzişî bi temaşevanan xweştir e. 

Herwiha Mahmût Ûslû got: “Li Diyarbekirê, rayedarên Amedsporê di serî de, Parêzgarî û Şeradariya Diyarbekirê jî pêşwaziyeke baş li me kirin. Em jî, ji neheqiyên kul i Amedsporê tên kirin nerazî ne. Amedspor werzişeke serkeftiye ku bi Fenerbaxçeyê re beramber ma.)

Hevrikiya 2. a çaryek fînalê di navbera Amedspor û Fenerbaxçeyê de, dê di 1ê Nîsanê de, li Stembolê bê lîstin. 

 

Xewnên Amedsporê bi 1ê Nîsanê ve girêdayî ne
Xewnên Amedsporê bi 1ê Nîsanê ve girêdayî ne
Xewnên Amedsporê bi 1ê Nîsanê ve girêdayî ne
Xewnên Amedsporê bi 1ê Nîsanê ve girêdayî ne