Davutoglu: Proseya aştiyê dema bûyerên Kobanê bi dawî bû
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu diyar kir ku proseya aştiyê di 6, 7 û 8ê Cotmeha 2014an, di dema şermezarkirina êrîşên DAIŞê yên li dijî Kobanê de bidawî bû. Davutoglu got; “Wê demê min ferman da leşker û polîsan û ji wan re got amade bin.”
Ahmet Davutoglu dema vegera xwe ya ji Holandayê di balafirê de ji rojnamevanan re axivî. Davutoglu ragihand ku di dema rûdanên 6, 7 û 8ê Cotmahê de wî wiha hestpêkiriye ku proseya aştiyê bidawî bûye û lewma jî ferman daye leşker û polîsan û ji wan xwestiye ku ji bo şer amade bin.
Davutoglu herwiha behsa operasyona hêzên rejîma Sûriyê û yên Rûsyayê yên li Helebê jî kir û diyar kir ku divê Neteweyên Yekbûyî rê li vê operasyonê bigre. Serokwezîrê Tirkiyê li ser pirsa rojnamevanekê jî got ku ew naxwazin korîdora mirovî ya di navbera Tirkiyê û Helebê de bê girtin, lewma jî wê helwesta xwe di rojên pêş de diyar bikin.
Piştî êrîşên DAIŞê yên ser Kobanê, li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê 6, 7 û 8ê Cotmaha 2014ê li ser banga HDPê xwepêşandan hatibûn kirin.
Li gor rapora Komeleya Mafê Mirovan di dema xwepêşandanên şermezarkirina êrîşên Kobanê de 46 kesan canê xwe jidest da û 682 kes birîndar bûn. Herwiha 323 kes hatin girtin û zêdeyî hezar avahî û kargehan jî zerar dît.