Tîma Kurdistan a Footbalê li Rojava hate damezrandin

Du tîmên footbalê bi navê Cizîrê û Cîhad nûnertiya herêma Cizîrê dikin, berî niha di asta yekemîn de cihê xwe digirtin ,taybet tîma Cîhad, lê pirsgirêkên abûrî û girtina hindek endamên wê tîmê,bi armanca leşkeriya Sûriyê bandoreke neyênî li erwşa tevgera werzişê Rojavayê kurdistanê kir.

K24-Qamişlo

Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên demokrat li Rojavayê Kurdistanê, tîmeke footbalê bi navê Kurdistan damezrand, ew time ji 6 tîmên girêdayî bi vê yekîtiyê li seranserî parêzgeha hesekê hat hilbijartin, bi helkefta damezrandina lîstikeke footbalê bi tîma Cizîrê re hate li darxistin.

Derbarê damezrandina tîma Kurdistan Endamê Serkirdeya Yekîtiya Xwendevanên Demokrat Şivan Ibrahîm ji K24ê re wiha got: "Li seranserî parêzgeha hesekê pênc tîmên footbalê hene, bi armanca destnîşankirina tîma serkefî ya Yekîtiyê me çalakiyek li darxist, ew jî lîstikeke footbalê li gel tîma Cîzîrê bû, herwiha me weke yekîtiya xwendevan û ciwanan me giringiyek daye werzişê."
Rewşa werzişê li Rojavayê Kurdistanê di qûnaxeke aloz de ye, piraniya werzişvanan jî koçberî welatên cîhanê bûn. lewma pêwistiya me bi damezrandina tîmên werzişê li Rojavayê kurdisanê heye.

Derbarê vê mijarê werzişvan Silêman Reşo ji K24ê re wiha axifî: "Li Rojava werzişvanên baş hene, lê ji aliyê abûrî ve rewşa wan xirabe, em dixwazin piştgiriya werzişvnan were kirin,ji ber werzişvan û rahênerên zîrek li Rojava hene,tenê hindek alîkarî ji wan re pêwiste."