HSD tenê bi 10 kîlometreyan ji Izazê dûre

Berî niha Berdevê Ceyş El-Siwar ji K24ê re tekez kirbû ku, wan li gel HSD bajarokê Til Rifet kontirol kirbû û bi kontirolkirina gundê Kefir Nasih HSD tenê 10 kîlometreyan dûrî bajarokê Izazê dibin.

K24-Navenda Nûçeyan

Piştî bajarokê Til Rifet Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) guhndê Kefir Nasih ku bi 10 kîlometreyan ji Izazê dûre, kontirol kir.

Derbarê pêşveçûnên Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) Rewangeha Sûrî ya Mafê Miravn daxuyaniyek belav kir, tê de wiha hatibû gotin: "Piştî kontirolkirina bajarokê Til Rifet, HSD li gel Ceyş El-Siwar ber bi gundê Kefir Nasih ve çûn û karîn kontirol bikin, Niha di wî gundî û derdora wê li çekdarên Cebhe El-Şamiyê û Ehrar El-Şam digerin, hinek ji wan jî xwe radestî Yekîneyên Parstina Gel(YPG) kirine."

Ji aliyeke din ve, Rewangê aşkere kir ku hêza rejîma Sûriyê bi alîkariya firokeyên Rûsyayê gundê Mesqan ku dikeve rojhilatê bajarokê Nûbil û Zehra yên şîe.

Berî niha Berdevê Ceyş El-Siwar ji K24ê re tekez kirbû ku, wan li gel HSD bajarokê Til Rifet kontirol kirbû û bi kontirolkirina gundê Kefir Nasih HSD tenê 10 kîlometreyan dûrî bajarokê Izazê dibin.