Daxwaza parastina xwendekar û mamosteyan tê kirin
K24 – Enqere
Sendîkayên Navneteweyî bo piştevaniya mamosteyan û parastina mafê perwerdê ya zarokan li Enqereya paytexta Tirkiyê serdana navenda giştî ya Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwerdê kirin û banga duristkirina kêşeyên wan kir.
Ji 8 dewletên wek Elmanya, Fransa, Danîmarka, Yewnanîstan, Holenda, Swêd, Brîtanya û Kibrisê nûnerên 11 sendîkayên perwerdê digel sendikaya KESK û Egitim-Senê civînek saz kirin.
Di civînê de kêşeyên perwerdê, bandora şer û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê ya li ser perwerdê, jinavbirina mafên xwendakar û mamosteyan hat gotûbêjkirin. Di encama civînê de, daxwaz ji hikûmeta Tirkiyê hate kirin ku ewlehiya zarok û mamosteyan û mafê perwerdê biparêz e. Herwiha di vê çarçoveyê de, banga rawestina şer û pevçûnan jî hate kirin.
Di vê derbarê de Sekretera Giştî ya Yekîtiya Mamosteyên Galan (Wales) Christine Blower got: “Em wekî sendîkayên mamosteyan, heta dawî mafê perwerdê diparêz in. Pêwîste mamoste û xwendekar bên parastin û sendika jî bi awayekî azad xebatên xwe bikin. Herwiha em dibêjin, pêwîste azadiya fikr û ramanê jî were parastin.”
Li aliyê din Serokê Giştî yê Egitim-Senê Kamuran Karaca li ser navê Saziyên Perwerdê spasiya şandê kir û da xuyakirin ku wan li ser hemû kêşeyên li Tirkiyê, bi taybetî jî gefên li dijî wan hevkarên xwe agahdar kirine û daxwaza xurtkirina piştgiriyê ji wan kiriye.
Karaca wiha axifî: “Bi daxuyaniyên Serokwezîr û hinek rayedaran, em bi gefan re rûbirû man. Di vê prosesê de, Serokê Rêxistinên Mafyayî gef li me xwar û got em ê xwîna we birijînin û xwe tê de bişon. Digel wê mamoste û akademisyenên me rastî lêpirsîn û binçavkirinê hatin. Ji karê xwe hatin dûrxistin.”
Ji aliyê din ve, giringiya mafê perwerdê yê zimanê dayîkê hate bibîrxistin. Li ser pirsa Kurdistan 24ê ya derbarê nebûna mafên zarokên Kurd ê perwerdeya bi Kurdî, endamên saziyan got ev pirsgirêkeke navneteweyî ye, bi tunedîtinê ev rastî ji holê ranabe û divê bo çareserkirina vê kêşeyê gavên pêwîst werin avêtin.