Barselonayê girêbest ligel lîstikvanekî Kurd îmze kir

K24- Navenda Nûçeyan
Tîma Barselonayê ya Spanî girêbest ligel zarokekî Kurd bi navê Diyako Şeydayî îmzekir.
Diyako Şeydayî (9 sal) xelkê bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê ye, lê ligel malbata xwe li Kanadayê dijî.
Li gor ajansa Kurdpa jî, Diyako ji temenê 3 saliyê ve mijûlî Footbolê ye û heyamekê berî niha tevî malbata xwe ber bi bajarê Barselonayê ve çûne, da ku di navenda “Lamasiya” de, hêz û şiyanên Diyako perwerde bikin.
Di nûçeyê de hatiye jî ku, tîma Barselonayê girêbest ligel wî zarokê Kurd îmze kiriye.
