Fikara xwendekarên Kurd her diçe zêdetir dibe
Pinar Keskîn / K24 – Dêrsim
Li Tirkiyê li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê şer û pevçûn û operasyon her berdewam in. Yek ji wan bajarên ku şer û operasyon lê hene jî, bajarê Dêrsimê ye.
Xwendekarên ku ji bo xwendinê hatine Dersîmê, ligel malbatên wan, ji ber şer û pevçûn û operasyonên ku li bajêr pêk tên di nava fikaran de ne. Ji ber vê yekê her diçe jiyan ji bo wan dijwartir dibe.
Xwendekarên ji bajarokê Geverê yê Colemêrgê Gokhan Bîlîn û Dogan Demîr ku ji bo xwendina xwe hatinê Dêrsimê dibêjin pêwist e careke din prosesa aştiyê dest pê bike.
Gokhan Bîlîn ji K24ê re wiha axifî: "Ez li zanîngeha Dêrsîmê xwendekar im. Dixwazim ku hikumeta AKPê vî şerî bi dawî bîne. Gelê me perîşan bû. Ev şerê ku li Sûrê, Cizîra Botan û Pulurê berdewam dike bandoreke gelekî neyînî li me dike."
Dogan Demîr jî wiha dibêje: "Du sal berî niha aramî hebû. Lê belê piştî hilbijartinên 7ê Hezîranê hikêmeta AKPê, jiyan li gelê Kurd kire zindan. AKP li gelek bajarokan şer da destpêkirin. Em xwendekar in, dûrî malbatên xwe ne. Ji ber vî şerî malbatên me belengaz bûne. Em dixwazin çareseriyek ji bo vî şerî bê dîtin."
Xwendekarê ji bajarokê Cizîra Şirnexê Hamza Gok diyar kir ku dema şer bi vî awayî berdewam bike wê dawî li malbat û xizmên wî were: "Ev sê sal in ku ez li Dêrsîmê xwendekar im. Dema ez hatim vê derê li vir prosesa çareseriyê hebû. Piştî hilbijartinê li hemû deverên Kurdistanê şer hat destpêkirin. Lewma li ser xwendekaran jî zext û fişarên giran hene."
Herwiha xwendekaran ragihand ku ger rewş bi vî rengî berdewam bike dê li bajarên Bakurê Kurdistanê, hemû malbat neçar bimînin û koçî metropolan bikin. Malbatên ku wê biçin û diçin jî, li wan metropolan li beramberî xizaniyê û jiyaneke nebaş rûbirû dimînin.