Tirkiyê li Rojava ciwanekî Kurd birîndar kir

Welatiyên wan gundan gazinan dikin ku, heta niha ti çareserî ji wan re nehatiye dîtin, ev yeke metirsiyê li ser ziyana zeviyên gundiyan roj bi roj zêde dike.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/a8cbc79a-d26b-4a6a-829d-2239a4d270d1/destwerdan-girkelege.ism/manifest

 

K24-Qamişlo

Destewerdanên Tirkiyê di nava xaka Rojavayê Kurdistanê de berdewam e,  vê care jî li gundê Batirzanê ciwanekî Kurd binavê Birahîm dema ku dixwest di zeviyên xwe yê nêzîkî sînor de kar bike ew gulebaran kirine.

Derbarê vê mijarê ciwanê Kurd Birahîm ê ku, hatiye birîndar kirin wiha ji K24ê re got:"Em di nav erdê xwe de kar dikir, cendirmeyan ji me xwest em ji zeviyên xwe derkevin, me hêla piştî pişta me kete wan gule berdane me, gule li pişta min ket."

Osman mamî wî ciwanê Kurd yê hatiye gulebaran kirin tekez dike ku, tenê wan dixwest zeviyên xwe derman bikin, da zanîn zanîn ku, eger Artêşa Turkiyê van gefan nerawestîne cotkar dê bê kar bimînin û ziyan bighe çandinya wan.

Derbarê vê yekê de mamê Birahîm ji K24ê re wiha axifî: "Em daxwaz ji hemû aliyên pêwendîdar û partiyên siyasî bnnikin alîkariya me bikin û çareseriyekê ji mere bibîne daku em li nav zeviyên xwe kar bikin, em ne çekan hildidin em kesên sivîlin û karê xwe di nav erdê xwe de dikin."

Gundê Batirzanê yê bi ser bajarê Girkê Legê ve wek çendîn gundên sînorî yên Rojavayê Kurdistanê ku berî demekê rastî destewerdana Artêşa Tirkiyê bûbûn, Welatiyên wan gundan gazinan dikin ku, heta niha ti çareserî ji wan re nehatiye dîtin, ev yeke metirsiyê li ser ziyana zeviyên gundiyan roj bi roj zêde dike.