Ji bo derbasbûna pêşmerge bo Rojava qehremaniyeke Footballê hat li darxistin

her du tîmên Domîz û Basirma giheştin dawî yê û di encama lîstika wan her du tîman de, tîma kampa Domîz encama 3 beramber 1 golî bi ser ket.

K24-Hewlêr

Qehremaniyeke Football bi navê "belê bo derbasbûna pêşmerge bo Rojavayê Kurdistanê"  ku ji 12e tîmanên Footballê pêk tê di nav 6 kampên penaberan li Herêma Kurdistanê de dest pê kir.

Duh, bi amadebûna 12e timên Footballê, li ser lîstgeha kampa Dare Şikran ya penaberên Rojavayê Kurdistanê qeremaniya bi navê belê bo derbasbûna Pêşmerge ji Rojavayê Kurdistanê dest pê kir, herwiha rojekê berdewam kir.

Di destpêka wê qehremaniyê de, endamê Komîteya amadekar ya wê qehremaniya Footballê Rifet Hacî di gotarekê de tekezî li ser rola ciwan û xwendevan di şoreşan de kir, herwiha hêvî kir ku, rojên bê ew li ser lîstgehên Rojavayê Kurdistanê bilîzin.

Piştî lîstika Her 12e tîmên beşdar bidawî hat, her du tîmên Domîz û Basirma giheştin dawî yê û di encama lîstika wan her du tîman de, tîma kampa Domîz encama 3 beramber 1 golî bi ser ket.