Barzanî: Nikarim bibêjim PKKê boriya petrolê teqandiye
K24 – Hewlêr
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, derbarê teqîna boriya veguhestina petrola Herêma Kurdistanê bo bendera Ceyhan a Tirkiyê de got: "Li wê navçeyê operasyonên leşkerî hene, lê em nikarin piştrast bikin ku hatiye teqandin, lê em piştrast in ku hatiye kunkirin daku petrol jê birije."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro li Pîrmam piştî civîna serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) civîneke çapemeniyê saz kir. Barzanî derbarê meaşê fermanber û reforman de bersiva rojnamevanan da.
Li ser pirsa Kurdistan24ê ka gelo boriya petrolê ji aliyê PKKê ve hatiye teqandin an na? Nêçîrvan Barzanî wiha bersiv da: "Eger pirs ew e ka gelo dikarim piştrast bikim ku boriya petrolê ji aliyê PKKê ve hatiye teqandin, nexêr nikarim."
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî wiha axifî: "Li wê navçeyê operasyonên leşkerî hene, lê em nikarin piştrast bikin ku hatiye teqandin, lê em piştrast in ku hatiye kunkirin daku petrol jê birije."
Derbarê nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî, Barzanî got: "Me bersiva wan daye, eger meaşê fermanberên Herêma Kurdistanê bidin, ku pereyên wê nêzîka 815 milyar dinar e, bêguman em ê jî petrol xwe radestî wan bikin."
Derbarê meaş û reformên nav hikûmetê de jî, Serokwezîr Barzanî tekez kirk u dê meaşê meha Sibatê yê fermanberan were dayîn û reform jî dê bên kirin û dê ew reform hemû kesî jî li xwe bigirin.
Daxwiyaniya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di demekê de ku roja 15ê Sibatê boriya veguhestina petrol Herêma Kurdistanê li nêzîkê bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê teqiya bû û bû sedema ragirtina hinardekirina petrol Herêma Kurdistan û Kerkûkê ber bi bendera Ceyhan a Tirkiyê.