Tirkiye: Ji kar avêtina fermanberan tê asan kirin

Li di nav keş û hewayeke siyasî ya aloz de giştînemeyek derbarê karmendan de hat weşandin. Di çarçoveya giştînameyê de ji kar desrxistina karmend-fermanberan jî tê asan kirin.

K24 – Enqere

Li di nav keş û hewayeke siyasî ya aloz de giştînemeyek derbarê karmendan de hat weşandin. Di çarçoveya giştînameyê de ji kar desrxistina karmend-fermanberan jî tê asan kirin.

Di 17ê Sibatê de ji aliyê Serokwezîrtiyê ve giştînameyek derbarê karmendan de hat weşandin. Di giştînameyê de tê xwestin ew karmend bêne cezakirin ku peywendiya wan bi wan rêxistinan re heye ku gefê li asayîşa neteweyî dikin lê di giştînameyê de ji bo cezakirinê sînor û taybetmendiyên tekez nehatine diyarkirin.

Serokê Sendikaya Karmendan (KESK) Lamî Ozgen giştîname wekî gefekê dinirxîne û herwiha îdia dike ku hikûmet bi vê yekê dixwaze karmendên dijber ji nav dewletê paqij bike: “Çima ev giştîname niha hate amadekirin, ji ber ku yekser stratejiyeke şer heye. Di çarçoveya vê stratejiyê de jî tê gotin ku yan tu bi min re yî yan tu dijminê min î. Yanî hemû karmendên muxalîf ku ne AKPyî ne, dijmin in. Me ji bo betalkirina giştînameyê serlêdan kir. Ew hem li dijî yasayên navneteweyî û hem jî li dijî yasayên Tirkiyê bixwe ye.”

Di destûra Tirkiyê xala 657an de mafên karmendan û cezayên wan hatine diyarkirin. Giştîname, li gor daxuyaniyên fermî di vê çarçoveyê de hate amadekirin lê hiquqnas li dijî vê yekê derdikevin û ligel yaseyê cîbicîkirina giştînameyê wekî karekî nehiquqî dibînin.

Derbarê mijarê de Hiquqnas Mehmet Tîryakî ji Kurdistan24ê re nerîna xwe wiha anî ziman: “Niha di hiquqê de rê û rêbazek heye, giştînameyek nikare cihê yaseyê bigire. Hikûmet niha destûrê binpê dike, bi vê yekê jî namîne vê giştînameyê yek bi yek bi karmendan dide îmzekirin, nimûneyeke wiha di dîroka Tirkiyê de nîn e.”

Li Tirkiyê gelek dam û dezgehên sîvîl ên xwedî nêrînên cuda bi daxwaza betalkirina giştînameyê serî li Dadgeha Bilind dan. Giştîname, li parlamentoyê jî ji aliyê partiyên opozîsyonê ve rastî nerazibûnê hat. Ji aliyê din ve hikûmet jî giştînameyê diparêze û li dijî wan îdiayan derdikeve ku giştîname neyasayî dizanin. Dosya niha li ber destê Dadgeha Bilind e.

Hiquqnas Mehmet Tîryakî