Fenerbahçe û Beşîktaş îşev tên beramberî hev

Li Tirkiyê, di lîga super a spor totoyê ya hefteya 23an de Fenerbahçe û Beşîktaş tên hemberî hev. Pêşbirk îşev bi dema Stenbolê saet 8ê êvarê tê lîstin.

K24 - Stenbol

Li Tirkiyê, di lîga super a spor totoyê ya hefteya 23an de Fenerbahçe û Beşîktaş tên hemberî hev. Pêşbirk îşev bi dema Stenbolê saet 8ê êvarê tê lîstin.

Fenerbahçe yan Beşîktaş... Li lîstikgeha Şukru Saraçogluyê ya Ulker Arenayê îşev pêşbirkek gelek girîng tê lîstin. Beşîktaşê ku di lîga super de bi 51 puanê di rêza yekem de cih digire dibê mêvanê Fenerbahçeyê ku bi puana 50 di rêza duduyan de cih digire.

Fenerbahçe di 16 pêşbirkan de ku li mala xwe lîstiye qed têk neçûye. Tîma zer û lacîvert, di 37 pêşbirkan de 22 caran bi ser ket, 15 caran yeksen bûn, 60 gol avêtine û 24 gol xwarine.

Her du alîgirên tîmê ji tîmên xwe bawer in. Tîma ku îşev dê bi ser keve ji bo şampiyonatiyê jî li gor dijberên xwe pir nêzîktir bibe.

Alîgirekî Beşîktaşê wiha dibêje: "Bi ya min Beşîktaş îşev wê biser keve. Çimkî Fenerbahçe di pêşbirkên Ewropaya UEFAyê de gelek westiya ye." Lê yekî din berevajiya wî difikire: "Ez wisa difikirim ku Fenerbahçe li mala xwe bi 2 û 1 bi ser keve."

Yekî din ji Fenerbahçeyê bi bawer e: "Li gor min Fenerbahçe bi skora 2 û 1 wê zora dijberê xwe bibe." Bav jî wek kurê xwe difikire: "Ez jî mîna kurê xwe difikirim. Lîstikên Fenerbahçeyê yên berê hêviyeke mezin dide me. Tîma Fenerbahçe wê qezenc bike."

Di nîva yekem a lîgê de Beşîktaş li Stadyuma Olîmpiyatê ya Ataturkê bi skora 3 û 2 zora Fenerbahçeyê bir. Niha cara duduyan her du tîm îşev tên hemberî hev.

Beşîktaş heta niha li deplasmanê qed têk neçûye. Tîma reş û spî di nav pêşbirkên deplasmanê yên li gel Galatasaray, Fenerbahçe û Trabzonspor de bi tenê di Gulana sala 2015'an de li hember Galatasarayê bi ser neket.

Rêvebiriya Beşîktaşê ragihand ku eger tîma Fenerbahçeyê têk bibin ji bo her lîstikvanên xwe 40 hezar lîreyê Tirk bide. Navbijvanê pêşbirkê jî Cuneyt Çakir e.