Ceyş El-Siwar Siyemîn kargeha çêkirina çekan li Til Rifetê dîtin

Ceyş El-Siwar di lîsteyekê de, nav û coreyên û wan çekên, herwiha hijmara wan liser malpera xwe belav kirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Ceyş El-Siwar yê ku bihevkarî ligel HSD şer dike, ragehan ku, siyemîn karkehên çêkirina çekan li bajarokê Tel Rift grûpên Islamî li şûn xwe hêlane tê dîtin.

Derbarê dîtina kargeha çêkirina çekan Serkirdeyatiya Giştî ya Ceyş El-Siwar daxuyaniyek belav kir, tê de derencamên şerê xwe ligel grûpên Islamî û Cebhet El-Nûsrayê û Ehrar El-Şam aşkerekir, herwiha da zanîn ku, wan siyemîn kargeha çêkirina çekan li bajarokê Til Rifet dîtiun.

Di daxuyaniyê de hatiye jî ku, Çeyş El-Siwar karîn di dema dawî yê de her yek ji navçeya Keştear, Teneb, Malikiye, Şewaginê û çendîn gundên din rizgarbikin.Ceyş El-Siwar di lîsteyekê de, nav û coreyên  û wan çekên, herwiha hijmara wan liser malpera xwe belav kirin.