HSD gundê Mûstilê li bakurê Reqayê kontirol kir

Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) ji şervanên Kurd, Ereb û Xiristyan pêk tê, hêza wê ya sereke jî YPGê ye.

K24-Navenda Nûçeyan

Di berdewamiya proseya rizkarkirina rojavayê ciyayê Kizwanê û bakurê rojhilatê bajarê Reqayê Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) gundê Mûstilê kontirol kir.

Piştî baqijkirina bajarokê Spî û derdora wê ji çekdarên DAIŞê Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) dest bi proseya rizgarkirina rojavayê çiyayê Kizwanê û bakurê rojhilatê Reqayê kir, wê hêzê karî şevê din gundê Mûstilê li bakurê bajarê Reqayê kontirol bike.

Derbarê rizgarkirina wî gundî HSD di daxuyaniyekê de tekez kir ku, wan ew gund li bakurê Reqyê kontirol kirin, niha jî ber bi gundê El-Mekmen ve diçin. Da zanîn ku, ew gund dikeve li ser rêya dinavbera Cizîr û bajarê Reqayê de.

Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) ji şervanên Kurd, Ereb û Xiristyan pêk tê, hêza wê ya sereke jî YPGê ye.