"Du rojên din çakkirina boriya petrolê temam dibe"
K24 – Hewlêr
Çavkaniyek di pîşesaziya petrola Kurdistanê de, radigihîne ku rojek yan du rojên din çakirina boriya petrola Herêma Kurdistanê ya li Tirkiyê hatibû teqandin, temam dibe.
Çavkaniyek di pîşesaziya petrola Kurdistanê de ku nexwast navê wî bê aşkerekirin, ji K24ê re ragihand ku, ew niha mijûlî çakirina boriya petrolê ya Herêma Kurdistan – Ceyhanê dê rojek yan du rojên din temam dibe.
Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Samanên Sirûştî yê Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî di wê derbarê de ji K24ê re got: “Ez nikarim ti agahiyan derbarê wê yekê de bidim.”
Boriya petrola Herêma Kurdistanê, ku rojane 600 hezar bermîl petrol ji kêlgehên Herêma Kurdistan û Kerkûkê bo bendera Ceyhanê ya Tirkiyê vediguhast, roja 17ê Sibatê hatibû teqandin.
Roja 27ê Sibatê jî, Wezareta Hozakê ya Tirkiyê ragihand, çakirina boriya veguhastina petrola Herêma Kurdistanê û Kerkûkê bo bendera Ceyhanê, dest pê kiriye.
Derbarê teqandina wê boriyê de, Wezareta Hozakê ya Tirkiyê ragihand ku, ji aliyê gerîlayên Partiya Kerkerên Kurdistanê (PKK) ve hatiye teqandin, lê PKK red dike ew borî ji aliya wan ve hatibe teqandin.
Roja 2 Adarê, çavkaniyekê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, rawestandina hinartina petrolê, 200 milyon dolar zirar gihandiye Herêma Kurdistanê.