Di Roja Cilên Kurdî de spasiya Pêşmergeyan dikin

Bi helkefta Roja Cilên Kurdî, xwendekarên dibistanên bajarê Dihokê, xwe bi cilên Kurdî xemilandin û spasiya Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê kirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/20e93be7-a8bd-46f9-a5d1-fc35ddd28ae2/jli%20kurdi%20duhok.ism/manifest

K24 – Dihok

Bi helkefta Roja Cilên Kurdî, xwendekarên dibistanên bajarê Dihokê, xwe bi cilên Kurdî xemilandin û spasiya Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê kirin.

Mamoste û xwendekarên dibistaneke Dihokê derbarê vê rojê de ji Kurdistan24ê re axifîn û gotin: "Di vê rojê de em spasiya Hêzên Pêşmerge dikin, ku bûne garantiya aramiyê li Herêma Kurdistanê."

Îro 10ê Adarê li Herêma Kurdistanê Roja Cil û Bergên Kurdî ye û piraniya welatiyan di vê rojê de cilên Kurdî li xwe dikin û diçin kar. Bi taybetî jî xwendekar bi coşeke zêde vê rojê bi çalakiyên cuda pîroz dikin.

Li gor derûnnasê Kurd Dr. Umer Petî, cil û bergên Kurdî li gor demsalan tên guhertin û tên wateya zîndîbûna derûnê ya mirovên Kurd.