"Divê kultura Kurdî were parastin"

Bi helkefta hatina Roja Cilên Kurdî, behar û Newrozê, keç û jinên Kurd bazara cilan germ kirine. Jinek jî dibêje, nabe ji ber qeyran û şer kultura xwe ji bîr bikin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/821b9438-ecc3-49e2-b829-b1565ae86120/jli%20kurdi%20slemani.ism/manifest

K24 – Silêmanî

Bi helkefta hatina Roja Cilên Kurdî, behar û Newrozê, keç û jinên Kurd bazara cilan germ kirine. Jinek jî dibêje, nabe ji ber qeyran û şerê ku berê xwe daye Kurdistanê kultura xwe ji bîr bikin û dive her biparêzin.

Bînay Celal, ligel krîza aborî û bihabûna cil û bergên Kurdî dîsan berê xwe daye bazarê daku cilên Kurdî ji xwe re bikire. Bînay Celal wiha dibêje: "rast e krîza darayî û ûer berê xwe daye Kurdistanê, lê nabe evna bibe sedem ku em dest ji kultura xwe berdin."

Krîza aborî ku niha li Herêma Kurdistanê heye, bandor li hemû warên jiyanê kiriye, bazar jî heta astekî nemaye lê dîsan hatina demsala bihar û Newrozê wiha kiriye ku dîsan bazara cilên Kurdî germ bibe bi taybetî jî cilên jinan.

Li Herêma Kurdistanê roja 10ê Adara hemû salekê wek Roja Cil û Bergên Kurdî hatiye destnîşankirin, herçiqas her kes bi kêfa xwe ye li ber bike yan na, lê piraniya welatiyên Kurdistanê di vê rojê de cilên Kurdî li ber dikin û vêna jî wiha kiriye ku kultura resen a Kurdî were parastin.