Kerkûk: Pêşmergeyan êrîşeke DAIŞê pûç kirin
K24 – Kerkûk
Vê sibê çekdarên DAIŞê li eniya rojavayê Kerkûkê êrîş birin ser çeperên Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê lê Pêşmergeyan bersiveke dijwar dan û êrîşa wan vala derxistin.
Di vê derbarê de Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûkê Kemal Kerkûkî agahî dan Kurdistan24ê û got: "Vê sibê li eniya Rojavayê Kerkûkê 6 xwekujên DAIŞê êrîşî Hêzên Pêşmerge kirin, lê Pêşmergeyan bi awayekî dijwar bersiv dan û her şeş xwekuj jî hatin kuştin."
Kerkûkî wiha axifî: "Eger ew xwekuj gehiştibana çeperên Pêşmergeyan, wê demê zerareke zêde digehişte me, lê berî bigin çeperên Hêzên Pêşmerge hatin kuştin û niha termê xwekujan jî di destê Pêşmergeyan de ne."
Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûkê Kemal Kerkûkî, da zanîn ku xwekujên DAIŞê ji Hewîceyê bi hevkariya Erebên gundên derdorê êrîşî Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê kirine.