Şarapova: Min nizanîbû ew derman qedexe ye

Lîstikvan û lehenga Rûsî ya ciwan di lîstika Tinnesê de, Maria Şarapova derbarê tuhmetên ku madeyek qedexe di qehremaniya Astiralyayê de xwariye, red dike û dibêje, “Ti agahiyên min tune ne ku qanûn hatiye guhartin.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Roja 7 Adarê di çarçova qehremaniya Australiyayê ya lîstika tennesê de, ji ber birina madeya “Meldonium” ya qedexe ji qehremaniyê hat derxistin.

Şarapova, Îro ew tuhmed red kir û diyar kir ku, ew derman ne di lîsta berhemên qedexe ya ajansa cîhanî bû, herwiha ji 10 salan ve wê dermanê li ser pêşniyara bizîşkê xwe dibe.

Şarapova (28 salî) li ser hesabê xwe yê tûra civakî nivîsand “Di ragihandinê de hatiye, ku 5 agahî derbarê wê qedexeya wê madeyê ji min re hatiye, ev yek jî ne rast e, ti agahî bo qedexeya wê dermanê ji min re nehatine.”

Şarapova got jî: “Ez ne li hincetan digerim, lê divê min zanîba ku ew derman hatiye qedexekirin.”

Şarapova di sala 2001an dest lîstika Tennisê kir, di sala 2005an û 2008an de di ser astê cîhanê bû ya yekemîn, 5 serkeftinên balkêş di “Grand Slam” bidest xistiye.